- Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Şidet û Dagirkeriyê li Silêmaniyê got, tenê Şengal li Iraqê azad e.
Kampanya Yekrêziya Jinan a li dijî Şidet û Dagirkeriyê li Silêmaniyê bi çalakiyekê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê derketin û peyman şermezar kirin. Wan herwiha piştgirî da jinên azadîxwaz ên Şengalê.
Xwepêşandan li Seholeke ya Silêmaniyê li dar ket. Gelek endamên rêxistin û aliyên siyasî û çalakvan beşdarî çalakiyê bûn.
Endama kampanyayê Kejal Ebdulqadir daxuyanî li ser navê xwepêşandêran xwend û got, "Em lihevkirina PDK’ê û Iraqê ya li ser Şengalê şermezar dikin. Piştgiriyê didin tevahî jinên azadîxwaz ên Şengalê û hêzên ku bi îradeya xwe parastina xak û nasnameya xwe dikin. Ji bo dagirkeran radestkirina xaka me û bi daxwaza dewleta Tirk destpêkirina şer şermezar dikin. Weke jin em rê nadin şerê Kurdan bi Kurdan re."
Di daxuyaniyê de jinan piştgiriya xwe ya ji bo Xwerêveberiya Demokratîk a Şengalê destnîşan kiri û got, "Azadî û serbixwebûna Şengalê çavkaniya azadbûna jinan e. Li gorî me, Şengal yekane herêm e ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê azad e û guhertinên bingehîn di nava civakê de pêk hatine. Çavkaniya lihevkirina Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê vedigere lihevkirina PDK’ê û Tirkiyeyê ku armanca wê pêkanîna pîlana DAIŞ’ê ye. Niha Tirkiye û DAIŞ bi rêya hevpeymana xwe, dixwazin li ser Êzîdiyan komkujiyeke din pêk bînin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ