- Rewşa krîza siyasî ya li Iraqê dewam dike. Gelo, rûniştina li Parlamena Iraqê ya sibe ya ji bo hilbijartina serokkomarî, wê dawiyê li dosyaya hilbijartina serokkomariya Iraqê bîne yan na?
Rewşa krîza siyasî ya li Iraqê dewam dike. Gelo, rûniştina li Parlamena Iraqê ya sibe ya ji bo hilbijartina serokkomarî, wê dawiyê li dosyaya hilbijartina serokkomariya Iraqê bîne yan na?
Ji ber ku nakokiyên siyasî yên di navbera blokan û hêzên Iraqê de dewam dikin, şemiya bihurî civîna parlamanê di temamkirina hejmara qanûnî û hilbijartina serokkomariya Iraqê de, bi ser neket.
Daîreya Ragihandinê ya Parlamenê bi daxuyaniyekê got, “Roja çarşema bê civîna hilbijartina serokkomariyê wê li dar bikeve."
Heger serokkomar neyê hilbijartin, wezîfeya çêkirina hikûmetê jî nikare pêk bê. Ji ber ku serokkomar aliyekî bi avakirina hikûmetê wezîfedar dike. Rûniştin du caran hatiye taloqkirin. Ji ANHA´yê Şeyma Elî bi şirovekarê siyasetê Nebîl Cebar El-Elî re peyiviye. Wî gotiye, “Parlamanto bû du beş, beşek Koalîsyona Sêalî ye: Sedr ê Şîî, Koalîsyona Sunî û PDK tevî aliyên serbixwe û blokên piçûk pêk tê û hewl da ji sisiyan diduyên parlemanteran kom bike. Aliyê din jî ji koalîsyona Sebat ya (Çarçoveya Koordînasyonê, Ezim a Sunî û YNK) û ji aliyên din pêk tê, Koma dawî karî bi boykota ji sisiyan yekê lidarxistina civînê betal bike."
Dibe ku Sedr alî biguhere
El-Elî sedemên parçebûna di navbera Şîî û Kurdan de wiha nirxandin: "Hin alî hewl didin li ser hesabê hevkarên xwe yên siyasî peywiran bi kar bînin, PDK`ê encamên hilbijartinên dawî wekî fersenda dabeşkirina desthilatê di navbera xwe û hemkarê xwe yê berê (Yekîtiya Kurdistanî) de dibîne."
Nebîl Cebel El-Elî dibêje, niha Şîî parçe bûne û di nava wan de tifaq tine ye: “Esas parlamanterên Şîî ku hejmara wan 187 e, muhtemel e ji ber parçebûn û israra wan, hikûmet neyê avakirin."
Bi ya El-Elî, ne mumkin e civîna sibe kotaya qanûnî temam bike, heta dibe ku hejmara beşdaran ji civîna berê kêmtir be jî. Li aliyekî din jî muhteml e ku El-Sedr ber bi muxalefetê ve biçe. Helbet heger nikaribe hikûmeta "pirraniyê" ava bike.
HESEKÊ