Li Iraqê hilbijartinên parêzgehan

Sêşem 19 Kanûn 2023 - 00:35

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê di saet 07:00’ê herêmî de destpê kir. Piştî sala 2013’an xelkê Iraqê carek din ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan çû ser sindoqan. Hilbijartin li 15 parêzgehan pêk tê, ji bo Kurdan vê carê ya herî girîng hilbijartina li Kerkûkê ye. Ji ber ku piştî sala 2005’an ango piştî 18 salan e li Kerkûkê hilbijartin pêk tê. Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Aso Mamend derbarê rewşa dengdana li Kerkûkê axivî û got:“Rewşa YNK’ê li Kerkûkê gelekî baş e, em di wê hêviyê de ne hilbijartina encûmenên parêzgeha Kerkûkê bi awayekî baş derbas bibe.”

Berpirsê Hilbijartinan yê YNK’ê Rizgar Hacî Heme di daxuyaniyek taybet de got, xelkê Kerkûkê bi berpirsyarane diçin ser sindoqên dengdanê û dixwazin ji desthilata ku çend salin xwe li bajêr daye ferzkirin, rizgar bibin.

Rizgar Hacî Heme da got, bila xelkê Kerkûkê piştrast be ku wê posta waliyê nû yê Kerkûkê ya Kurdan be û di nava Kurdan jî para YNK’ê be. Serokê lîsteya YNK’ê ya li Kerkûkê Rêbwar Teha piştî dengê xwe bi karanî got;“6 salin Kurd û Kerkukî ji rêveberiya Kerkûkê bê par hatine hiştin. Em li Kerkûkê xwedî dozekê ne. Pêwîste hemû kes berê bide ser sindoqan û ji bo parastina doza Kerkûkê dengê xwe bikar bînin û dawî li xirabiyan bînin.”

Şengalî herikîn ser sindoqan

Li Şengalê jî bi hezaran kes çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Namzetê PADÊ yê bi ser lîsteya Yekîtîya Gelên Nînowayê Qasim Keşko jî li Zorava dengê xwe da û ev bang kir: “Mafê herkesî ye ku dengê xwe bide. Em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan da ku dengê wan neyê dizîn. Bila gelê me dengê xwe bide wî kesî ku karibe temsîla civakê bike û ji wan re bibe piştgir. Siyaseteke bi exlaq û durist li cihê hikumetê bimeşîne.”

Yek ji xelkê gundê Sîba Şêx Xidir Gulê Qîranî, di saetên zû ên sibehê de berê xwe da cihê dengdanê û dengê xwe bikaranî. Gulê Qîranî piştî dengdanê got:“ Daxwaziya me ji hemû miletê me yê Êzîdî heye kes li mala xwe nesekine, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.’’

Nadim Şengalî jî ev bang kir:“Me dengê xwe da Qasim Keşko, hêvî û daxwaza me heye her kî ji Êzîdiyan re qenc be ew biserkeve. Me hêvî ji Qasim Keşko heye eger bi serket wê ji Êziîdiyan re texsîr neke. Me hêvî jê heye ku ji Êzidiyan re bişixule.” Mam Ilyasê ku di saetên sibehê de hişyar bûye û bi erka xwe rabûye destnîşankir ku dengdan heya niha baş dimeşe û got:“Em hêvî dikin hilbijrtineke baş derbas bibe. Her kî qenc be em dengê xwe didin wî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.