Li Iraqê darvekirin zêde dibin
Sêşem 22 Nîsan 2025 - 02:50
Aktîvîstên jin dan zanîn ku bûyerên darvekirinê li Iraqê di van demên dawî de zêde dibin û wiha gotin: " Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û rê li ber bûyerên darvekirinê bigrin, pêwistî bi guhertinên zagonî heye."
Rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2025’an nîşan da ku zêdebûnek metirsîdar di hejmara bûyerên darvekirinan de li seranserî cîhanê di sala 2024'an de heye. Herî zêde bûyerên darvekirinê li Iraqê rû dane û jin jî tên darvekirin. Di sala 2024'an de herî kêm 63 kes hatin darvekirin, sala 2023'yan 16 kes hatin darvekirin. Ev bûyerên darvekirinê jî bi sûcdariya ‘terorê’ pêk tên.
Li gel zêdebûna rêjeya darvekirinê ya li Iraqê, çalakvanên mafên mirovan dengê xwe ji bo şermezarkirina van kiryaran bilind kirin ku ev yek li dijî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Çalakvanên mafên mirovan ên jin pêwistiya lezgîn bi reformên berfireh dîtin ku ji bo pêşvebirina dadwerî û rêzgirtina mafên mirovan li welat beşdar bibin.
Pêwistî bi guhertinên zagonî heye
Bijîşk û endama berê ya Komîsyona Mafên Mirovan Fatên El-Helfî got ku ji ber parlamentoya Iraqê 3 sal in ji komîsyona mafên mirovan dûr ketiye valahiyek destûrî ya metirsîdar heye. Fatên El-Helfî wiha axivî: "Ev bûye sedema nebûna çavdêrî û şopandina mijarên mafên mirovan. Ev jî rê li ber zêdebûna bûyerên kuştin, darvekirin belavbûna bêewlehiyê her wiha bûyerên îşkenceya di zindanan de li Iraqê vedike. Di dema hebûna Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan de darvekirin hatibûn rawestandin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û rê li ber bûyerên darvekirinê bigrin, pêwistî bi guhertinên zagonî heye."
Hejmara rast tê veşartin
Hiqûqnas Enwar Dewûd El-Xefacî diyar kir ku li Iraqê ji ber zagonên li dijî terorê li şûna ku cezayan sivik bikin cezayê darvekirinê didin, ev jî rêjeya bûyerên darvekirinê zêde dike. Enwar El-Xefacî wiha got: "Pirsgirêkên di pergala dadweriyê de xwe dispêrin îtirafên ku di bin îşkenceyê de hatine girtin û nebûna darizandinên adil. Her wiha zextên ewlekarî û siyasî, rayedaran ber bi tedbîrên tund ve dibin. Cezayê darvekirinê, wek rêgiriyek li dijî çalakiyên terorîstî tê dîtin. Ji ber vê yekê bûyerên darvekirinan zêdetir dibin. Hejmarên rast jî tên veşartin. "
NÛJINHA/PARÎS / EFRAH ŞEWQÎ