- Li gorî gelek raporan çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxê de li Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîn.
Li gorî gelek raporan çeteyên DAIŞ`ê di Tebaxê de li Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîn. Ev jî metirsiyên vegera DAIŞ`ê dixin rojevê.
Fox News a Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre rapora Yekitiya Lêkolîn û Analîzên Terorê (TRAC) a ku pêr weşandibû, di meha Tebaxê de şaneyên DAIŞ`ê li seranserê Iraqê zêdetirî 100 êriş pêk anîne. Di encamê de rêjeya êrişan ji sedî 25 zêdetirî meha Tîrmehê ye.
Tevî ku ji beriya 3 salan ve DAIŞ li herêma Iraqê têk çûye, lê piştî vê raporê metirsiya vegera DAIŞ`ê li herêmê û li welatên cîhanê zêde bûye.
Li Sûriyê ya cîrana Iraqê, li bajarê Reqayê ku navenda xîlafeta wê bû, komên alîgirên DAIŞ`ê êrişên xwe yên kujer didomînin.
Yekşema borî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li nêzî herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqê, 4 şervanên wê şehîd xistine.
Piştî êrişê bi rojekê DAIŞ`ê berpirsyariya êrişa li El-Tuwayman a nêzî sînorê Iraqê girte ser xwe.
BEXDA