Li Îranê zext zêdetir dibin

Yekşem 16 Nîsan 2023 - 16:10

Polêsên Îranê ji bo jinên ku qanûna hîcabê binpê dikin, tesbît bikin û ceza bikin, dest bi bikaranîna teknolojiyê kir.

Polêsên Îranê li ser înternetê daxuyaniyek da û got, ji îro û pê ve wê li ser rê, li wesayitên girseyî, li hin navendan hewldanên plankirî bikevin meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo tesbîtkirina kesên ku qanûnê binpê dikin, wê teknolojî bê bikaranîn. "
Tedbîrên nû piştî serhildana gel a bi Îlon destpê kir û jin bi taybetî li ber qanûna hîcabê rabûn, ketin rojevê.

Rayedarê polêsan Hesen Mofahemî got, "Li gorî qanûnên heyî, serqotbûn yanî nedanîna hîcabê sûc e."
Rayedar got, "Mirovên ku qanûnê binpê dikin, ji kiryarên xwe berpirsyar in. "

Mofahemî her wiha ragihand ku şirketên dihêlin ku xebatkar serqot bin, wê beriya girtinê bêne hişyarkirin.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.