Li Îranê rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye

În 14 Nîsan 2023 - 00:42

2 rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku li Îranê ji bo 'tirsandinê', 'makîneya mirinê' tê bikaranîn û diyar kirin ku di sala 2022'an de rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û Yekîtiya li dijî Cezayê Darvekirinê (ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, ragihandin ku di sala 2022'an de herî kêm 582 kes hatine darvekirin.

Hate ragihandin ku ev hejmara darvekirinê ji sala 2015'an û vir ve hejmara herî bilind e. Li gorî herdu rêxistinan di sala 2023'an de herî kêm 333 kes hatin darvekirin.

Di rapora hevpar de hate gotin, "Cezayê kuştinê careke din ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo dewamkirina desthilatdariyê weke amûreke tepisandin û zextê tê bikaranîn."

Midûrê ÎHR'ê Mahmood Amîry Moghaddam got, "Rayedaran ji bo tirsê bixin nava ciwan û gelê çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin, darvekirina girtiyên ji bilî sedemên siyasî hatine mehkûmkirin, zêde kirine."

Moghaddam bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo 'rawestandina makîneya mirinê ya rejîma Îranê' bikeve nava liv û tevgerê.

Di raporê de her wiha hate ragihandin ku nêzî 100 girtî bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin an jî bi sûcdariya darvekirinê têne darizandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.