Li Îranê pêla binçavkirinê

În 27 Hezîran 2025 - 03:20

Li gorî medya Îranê, di nava 12 rojên şerê bi Îsraîlê re bi îdîaya ‘hevkariya bi Mossadê re’ 700 kes hatin binçavkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr ku nîv fermî ye, yekîneyên îstîxbaratê yên Komara Îslamî ya Îranê, di nava 12 rojên şerê bi Îsraîlê re 700 kes hatin binçavkirin. Di nûçeyê de ev kes weke ‘700 leşkerên Îsraîlî yên ji bo pereyan şer dikin’ hatin pênasekirin. Rayedarên Îranî diyar kirin ku bi êrişên Îsraîlê re hevdemî li nava welêt toreke sîxuriyê ya ‘Rejîma siyonîst’ kete nava liv û tevgerê û îdîa kirin ku ev tor bi giranî hate têkbirin.

Binçavkirin bi giranî li Kirmaşan, Îsfahan, Huzistan, Fars û Loristanê hatin kirin. Li Îranê ji bo tepisandina nerazîbûna civakî û muxalîfan, bêyî darizandineke adîl mirov hatin darvekirin. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya erka dadgeriyê Mîzanê, 3 kes bi îdîaya ku sîxurî ji Mossadê re kirine hatine darvekirin. Hate ragihandin ku her sê kes pêr hatine darvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 20’ê Hezîranê bi daxuyaniyekê bang li rayedarên Îranî kir ku dest ji înfazên kêfî berde.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.