Li Îranê hîn jî înternet tune ye
Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:22

20 roj in li Îranê ji ber birandina internet û tunebûna xetên ragihandinê tiştên ku diqewimin, tenê dema ku dem bi dem înternet tê agahî tên girtin û nediyar e ku dê ev rewş heta kengî bidome.
Li tevahiya Îranê ji ber zêdebûna grevan û çalakiyên protestoyî, înternet bi temamî hatiye birîn û li tevahiya welat bêdengî heye. Piştî 20 rojan, înternet dem bi dem tê berdan û ev rewş xuyaye dê hê bi awayekî nediyar bidome.
NetBlocks û Cloudflare jî di nav de li gorî rapor û daneyên saziyên navneteweyî, niha tenê çend saetan carekê înternet tê berdan.
Mirovên ku li nava Îranê û li derve dijîn tunebûna ragihandinê weke bîreke kûr û tarî bi nav dikin û diyar dikin ku ev rewş li ser civakê bandoreke psîkolojîk a pir mezin dihêle û weke “îşkenceya spî ya komî” pênase dikin..
Sania X. ya li Mahabadê dijî wiha behsa destpêka birandina înternetê dike: “Mirov xwe di nava bîreke tarî û bê binî de hîs dikir. Dema ku dibû êvar û saet dibû 6–7 telefon bi temamî dihat birîn û du rojan em nikaribûn bi xizmên xwe yên li bajarên biaxivin. Tiştên ku diqewimîn me tenê ji televîzyonan dikaribû bişopanda lê me nikaribûn dengê xwe bigihîjînin tu derê.”
Nesrîn M. wiha dibêje: “Di dema lêgerîna telefonê de deng pir kêm dihat, min tenê dikaribû ji xwişka xwe re bigota ‘em dijîn.’ Piştî 20 rojên ku em nikaribûn ji derveyî welat li Îranê bigerin, niha dem bi dem xetên telefonê vedibin û em dikarin hinek be jî di bin kontroleke zêde de biaxivin. Dema ku mirov agahî ji hezkiriyên xwe nagire rewşeke pir xirab e.”
Kajal K. a ji Merîwanê wiha dibêje: “Sînorê Bashmaqê hem ji bo derbasbûnê hem jî kirîna SIM kart a qaçax pir qelebalix dibû. Du GB înternet SIM karta Iraqê 20 milyon tuman bû. SIM jî li sîmor baştir dixebitî. Hevalek min ji bo bi xizmê xwe yê li derveyî welat re biaxive du roj carekê diçû Bane yan jî Serdeştê lê sînor her çû bi peywirdaran hat dagirtin; li kesên ku SIM kart û VPN difrotin digeriyan.”
Parîsa Ş. a ku ji zanîngehek li derveyî welat li benda e-postayek bû, neçar ma sînor derbas bibke wiha dibêje: “Ajokar, ji Urmiye heta sînorê Razî 4 milyon tuman girt; piştî ku min xercên derketin û ketina Tirkiyeyê dan min li terminal Wanê e-postalayên xwe kontrol kir û piştî saetek vegeriyam Îranê.” Li Îranê çar hefte ne înternet birandî ne, mirov hê nikarin bigihîjin înternetê.
NÛJINHA / URMIYE / SAYE MUHIBBÎ















