Li Îranê derhênerek hat kuştin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Gulan 2021 - 02:34

Derhênerê Îranî, Babek Xuremdîn ji aliyê bav û dayîka xwe ve hate kuştin.

Doh nûçeya dîtina cenazeyekê li nav gelaşê taxeke Tehranê belav bû. Piştî lêkolînan derket holê ku cenaze yê derhênerê Îranî Babek Xuremdîn e.

Derbarê bûyerê de serokê Dadgeha Sûcan a Tehranê Mihemed Şehiryarî got; “Cenaze hatiye dîtin û piştî lêkolînan derket holê ku Babek Xuremdîn ji aliyê bav û dayîka xwe ve bi jehrê hatiye kuştin. Bav û dayîka Babek hatine girtin û niha jî di nezaretê de ne.”

Mihemed Şehiryarî li ser şêweya kuştina derhêner Babek Xuremdîn jî got; “Piştî ku Babek ji aliyê bav û dayîka xwe ve tê dermankirin, wî dibin nav hemama malê û li wir bi kêrê dikujin. Parçe parçe dikin û dixin nav gelaş de û diavêjin.”

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.