Li Îranê 152 kes hatin darvekirin

Çarşem 4 Hezîran 2025 - 02:55

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi raporekê ragihand ku li Îranê di meha gulanê de herî kêm jê 4 jin 152 kes hatine darvekirin. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) rapora xwe ya meha gulanê weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku 5 jê Efgan, 19 Belûc, 9 Kurd û 2 jê Ereb herî kêm 152 kes hatine darvekirin. Di raporê de hişyarî hat dayîn ku li hemberî çalakiyên protestoyî yên gengaz, dibe ku darvekirin zêde bibin.

Di raporê de tê diyarkirin ku di 5 mehên destpêkê yên sala 2025’an de herî kêm 511 kes hatine darvekirin ku 16 jê jin û 32 jî Afgan in. Hat ragihandin ku bi tenê 28 ji darvekirinan ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatine ragihandin. Hat ragihandin ku hejmara darvekirinan di pênc mehên destpêkê yên sala 2025’an de ji sedî 96 zêdeyî 261 înfazên di heman serdema sala 2024’an de ne.

Bang

Dîrektorê ÎHRNGO’yê Mahmût Amîry-Moghaddam got, “Yên tên darvekirin bi awayekî adîl nayên darizandin û gelek caran ji beşên civakê yên herî qels in. Tevî ku li Îranê hejmara zêde ya darvekirina jî, civaka navneteweyî bi têrkerî nerazîbûn nîşanî vê krîza mafên mirovan neda. Em ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Komara Îslamî re didomînin, ji bo protestokirin û bilindkirina hesabpirsîna darvekirinan ji bo rayedarên Îranê daxwaz dikin. Eger bertek neyên nîşandan em ê di mehên pêş de bibin şahidê sedan înfazên din.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.