Li Îlamê 4 kes kirin nezaretê

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:30

Li gor çavkaniyekê roja 21’ê Îlonê roja Pêncşemê di merasima yekemîn salvegera qetlkirina Muhsin Qeyserî, yek ji şehîdên Îlamê yê serhildana Jin, jiyan, azadî ye, li ser gora wî, Mihemed Hisên Qeyserî yê 40 salî û birayê wî Muhsin Qeyserî, Hoda Sadiqî ya 35 salî û bavê wê Mehmûd Sadiqî û Elî Şîrxanî yê 20 salî, bi êşkenceyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. 

Mihemed Hisên Qeyserî piştî çend demjimêran bi kefaleteke giran hate berdan. Her wiha Huda Sadiqî, Mehmûd Sadiqî û Elî Şîrxanî jî piştî binçavkirinê, ew birin girtîgeha îtlaata Îlamê.  

Li gor çavkaniyekê, rewşa Elî Şîrxanî ji ber êşkenceya giran a hêzên rejîmê giran e, nahêlin ku ew were derman kirin.

Hêjayî gotinê ye, di salvegera qetlkirina Musîn Qeyserî de, merasîma bibîranîna li goristana ‘Beheşt Riza’ ya li bajarê Îlamê û li mizgefta ‘El-Nebî Henîvan’, bi amadebûna girseyeke zêde hat lidarxistin. Lê hêzên rejîma Îranê bi tundî êrişê xelkê kir û 4 kes kirin binçavan. 

KURDPA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.