Koalîsyonê ji HTŞʼê 17 serçete kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî li dijî civîneke çeteyan li rojavayê Idlibê êrişeke hewayî pêk anî û tê de 17 serçeteyên Tehrîr El-Şamê hatin kuştin. SOHR´ê doh got, balafireke bêpîlot Koalîsyona Navneteweyî, li dijî civîneke serçeteyên Tehrîr El-Şamê û komên din ên çeteyan li mezreyeke gundê Cekara yê rojavayê Idlibê, êrişeke hewayî kiriye. Li gorî SOHR'ê, 22 kes di êrişê de hatine kuştin; 5 ji wan sivîl in û 17 jî serçete û çete ne. Axir 11 ji wan ji komên ji Tehrîr El-Şamê veqetiyayî bûnê yên ku bi çeteyên koma ‘Huras El-Dîn’ re li hev dikin. 5 ji van çeteyan biyanî bûne, yanî ne ji Sûrî. Ji çeteyên kuştî yek jê jî DAIŞ´î bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN