• MXDŞ´ê da zanîn ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê li Hewlêrê hatiye pîlankirin û parçeyekî girîng ê pîlanê jî ew bû ku PDK li Şengalê aloziyê derxe. Xelkê Şengalê ev pîlan pûç kir.  

Pêr di encama êrişa balafirên şer ên Tirk de Meclîsa Gel a Sinûnê û dikaneke kel û pelên nivîs û dbistanê ya di nava bazarê de bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker. Di encamê de zarokekî 12 salî yê bi navê Selah Nasir jiyana xwe ji dest da û 7 welatî jî birîndar bûn. Lê ragihandina şerê taybet a PDK’ê ji bo ku ser komkujiya dewleta Tirk bigire, yekser ragihand ku baregeha YBŞ’ê û Asayîşê hatiye bombekirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) eşkere kir ku êriş li Hewlêrê hatiye plankirin û Heyder Şeşo jî li vê yekê bi awayeke sergirtî mikur hatiye.

MXDŞ´ê da zanîn ku rewşa hinekan ji birîndaran giran e û li nexweşxaneyan tên dermankirin. Di êrişê de peyamnêrê Çira TV’yê jî birîndar bûbû.

Şeşo şaş bû!

Heyder Şeşo’yê PDK’yî jî tevlî dezgeheke ragihandinê ya şerê taybet bû û bi awayekî sergirtî li xwe mikûr hat ku êriş di encama îstîxbarata hevpar a wan de li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û bazarê pêk hatiye. Heyder Şeşo hêzên Şengalê hedef nîşan dan û got, êriş li ser agahiya ku civînek li wir birêve diçû, pêk hatiye.

Hîn rewş li herêmê aloz bû, komeke piçûk a ji çend kesan a ku PDK’ê ew bi rêxistin kiribû, ber asayîşa Êzîdxanê ya Sinûnê ve çû û provakasyon kir. Ev jî gûmana para PDK’ê ya di vê komkujiya li Sinûnê de zêde dike. Xelkê Sinûnê ev hewl dan pûç kir. Serokeşîr û kesayetên Şengalê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. 

MXDŞ’ê her tişt safî kir

MXDŞ’ê doh daxuyaniyeke fermî derbarê êrişê de da. MXDŞ’ê da zanîn ev êrişa dijî Meclîsa Gel a Sinûnê û bazarê, li Hewlêrê di encama civîneke hevpar de hatiye pîlankirin. Provakasyona PDK’ê ya doh jî parçeyekî girîng ê vê pîlanê bûye û xwestine gel li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê rakin.  

Ne hikûmeta Hewlêrê, ne jî parlamena wê, êrişa dewleta Tirk şermerzar nekirin.

Hikûmeta Federal a Iraqê ya Mistefa Kazimî jî bêdeng ma. Lê xelkê Şengalê peyama “Çi bibe bila bibe em ê li ber xwe bidin” da.

Wê li ber xwe bidin

Meyan Nasir yek ji wan e û ew dibêje, “Ez jî dayîka şehîdekê me. Lawê bin ji aliyê peşmergeyên PDK´ê ve di navbera Xanesor û Sinûnê de hatîbû şehîd kirin. Ev êrişên Erdogan ne bi tena serê xwe dike, dewletan dengê xwe kiriba nedikarî êrişî civakê bike. Me ji xweliya xwe xwe ava kiriye. Me xwe ji dayîk û xwişkên xwe yên ku ketine destê DAIŞ´ê, xwe ava kiriye. Em qebûl nakin her roj dewleta Tirk êrişî me bike.

Bila hemû zanibin, em ê heyfa xwîna xwe rakin. Em ji top û teyareyên Erdogan natirsin. Em terka Şengalê nakin.”

Neam Bedel jî dibêje, “Zarokên çûn dikanan şehîd bûn. Zarokan, dikanan dikin hedef. Bila herkes zanibe heger mala Barzanî, hikûmeta Iraqê xwe lê kerr û kor nekira û nebûbana hevkarê wê, dewleta Tirk nekdikarî êrişên wiha bike. Hinek Êzîdî hene ku ji bo hinek pere tên dibêjin, bila Asayîşa Êzîdxan nebe. Ev kes hatine kirrîn û em vê yêkê jî qebul nakin.”

Neam Elyas jî êrîşê şermezar dike û dibêje, “Dema gel me hinek aramî dibe, pirsgirêkek nebe me dikin hedef. Li şengala me didin. Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraq’ê bi hev re lê didin. Brîndar hene, medenî ne. Hinek dikandar in, cihê bazarê ye. Her roj fermaneke nû tînin serê me. Armanca wan nehiştina Êzîdiyane li Şengalê. Çi bibe bila bibe em terka axa xwe nadin.”

Xeyrî Gohbel jî dibêje, “Çi bibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Em terka axa xwe, ava xwe nadin. Em ê her daîm jî hebin û li ser axa xwe bimînin.”  

ŞENGAL