‘Li hêviyên bêdawî xwedî derkevin’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Gulan 2022 - 21:09

  • Di nava van du salên dawiyê de hîna jî bandora pandemiyê li gelek welatan didome, gelek serpêhatiyên mirovan jî çêbûn. 

Di nava van du salên dawiyê de hîna jî bandora pandemiyê li gelek welatan didome, gelek serpêhatiyên mirovan jî çêbûn. Hunermendê Taywanî Will Yu jî bi tabloya xwe ya “We” (Em) balê dibe ser pandemiyê û di tabloya xwe de keçikeke ciwan xêz kiriye. Keçikeke ku maskeyê xwe ji ber devê xwe dide alî û porê wê weke kezî hûnandî, li bin nexşerêya Asya û Emerîka hatiye nîşandan. 

Will Yu di tabloya xwe de rengê şîn yê avê bi kar aniye û ev reng hîseke operasyonên cerahî bi xelkê re çêdike. Her wiha wî li ser tabloyê hin tevger dubare xêz kirine û bi vê yekê bandora tabloyê zêdetir kiriye. Keçika ciwan, di nav rengê şîn de matmayî hatiye xêzkirin û diyar e ku çavên wê li ser tiştekî mane. 

Will You dema ev wêne parve kiriye, li bin wiha nivîsiye, “Divê em dawiya hin xeyalên pûçbûyî, qebûl bikin, lê wekî din divê em li hêviyên xwe yên bêdawî jî xwedî derkevin. Dibe ku ji bo dinyayê tu kesek bî, lê her wiha tu dikarî bibî dinyaya hin kesan jî. Tu çi dixwazî, wê xeyal bike, tu dixwazî herî ku, here wir; tu çi dixwazî wê tiştê bike û wek xwe be. Lewma, mirov tenê carekê tê dinyayê û ji bo tiştên ku mirov dixwaze bike, tenê şensekî mirov çêdibe.”

TAYWAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.