Li hev jî bikin ‘terorîst’ in

Yekşem 27 Adar 2022 - 22:24

  • DYE'yê ragihand ku di danûstandinên li ser bernameya nukleerê ya de ew li hev bikin jî, ew ê cezayên li ser Supayê Pasdaran a Îranê girantir bikin. 

DYE'yê ragihand ku di danûstandinên li ser bernameya nukleerê ya de ew li hev bikin jî, ew ê cezayên li ser Supayê Pasdaran a Îranê girantir bikin. 

Sefîrê DYE'yê yê Îranê, Robert Malley li Forûma Dohayê ya li Qatarê got, ji bo Sûpayê Pasdaran, ''Li gorî qanûnên DYE'yê wê zexta li ser wan were jidandin û [helwêsta me] wê tim weke xwe bimîne.''

Îranê roja şemiyê daxuyanî da û got, derxistina ji nav lîsteya terorê ya Supayê Pasdaran yek ji rojeva danûstandinên nukleerî ye.
Malley li Dohayê got, ev demek e, ew nêzîk bûne ku li hev bikin.

Rayedarên ku tevlî danûstandinên nukleerî bûne, ev bûn çend hefte, peyamê didin û dibêjin, ew nêzîk bûne li hev bikin û dibe ku her gav li hev bikin.

Berdevkê Karûbarê Derve yê Emerîkayê, Nec Price li ser mijara danûstandina nukleerê ya li Viyanayê gotibû, ''Em ne dûrî peymaneke pêkan in''.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.