Heskîfa ku ji hêla hikûmeta AKP’ê di bin avê de ma hîna jî dibe mijara lêkolînan û di derbarê bajêr de gelek tiştên ku nayên zanîn derdikevin holê. Vê carê jî li Heskîfê qenaleke avê ya ku beriya 800 salan hatiye çêkirin derket holê. Ji Zanîngeha Artûklûyê Doç. Dr. Zekai Erdal ku di Beşa Hunerê de mamostetiyê dike ragihand û got ev qenala ku nû hatiye dîtin bi qasî 6 kîlometreyan dirêj e.
Dr. Zekai Erdal da zanîn ku xelkên wî zemanî ji jêrê ango ji Çemê Dîcle avê hilkişandine ber bi jora bajêr û vê yekê jî bi boriyên zirav pêk anîne. Ji xwe taybetmendiya vê qenalê ya herî girîng ewe ku bi rêbaza “capillary force” (Qeweta Kapîlar ya avê) hatiye sêwirandin. Bi vî awayî wan avê ji Çemê Dîcle kişandine ber bi keleha jor ve û pêdiviyên xwe yên ji bo avê çareser kirine.
Dr. Zakai Erdal agahiyên Îbn-î Şeddad ên ku di sala 1280’an de nivîsandibû bi bîr anî û got ku Îbn-î Şeddad behsa vê qenala avê kiribû. Piştî Artûkiyan di dema Eyyûbiyan de jî ev qenala avê hatiye bikaranîn.
HESKÎF