Li Hesekê Mihrîcana Zarokan dest pê kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Tebax 2024 - 00:24

Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn di bin dirûşmeya “Bi rihê zarokên şoreşê, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin” Mihrîcana Zarokan a 9’an dest pê kir. Roja yekemîn a mihrîcana ku dê du rojan bidome li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê hat lidar xistin.

Hola mihrîcanê bi wêneyên ku zaroktiyê nîşan didin hatibû xemilandin. Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan zarokên kantona Hesekê beşdarî mihrîcanê bûn. Mihrîcan bi beşdariya 28 komên şano, govend û stranan tê lidarxistin.

Di roja ewil a mihricanê de piştî deqeyek rêzgirtin, endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şînda Hesen axivî û got: “Ev mihrîcan gelek bi wate û nirx e ku zarokên siberojê bi çanda xwe ve girêdayî ne û xwedî lê derdikevin. Zarok siberoja civakê ne û her zarokek îro di vê festîvalê de çanda xwe diparêze û dide nasîn. Bê guman ev gava pîroz bi saya fikir û ramanê Rêber Ocalan hatiye bidestxistin.”

Rêvberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê Ezîza Hiso jî got: “Zarok ji her pêkhate tevlî mihrîcanê bûne, bi çand, ziman û folklora xwe derdikevin ser dikê û hebûna xwe isbat dikin. Bi vî awayî morale xwe geş dikin û ji bo siberojê hêviyên geş didin mirovan.”

Mihrîcan piştre bi pêşkêşkirina komên hunerî dewam kir. 10 komên stran, guvendê û şanoyê ji Til Temir, Hesekê, Dirêbêsiyê, Suryanên ji Serêkaniyê derketin ser dikê, tê de folklor, çand û hebûna xwe nîşan dan.

Mihrîcan dê bi pêşkêşkirina komên din û belavkirina xelatan wê bi dawî bibe.

JÎNHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.