Li her derî li dijî Şengalê

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:36

  • Diviyabû îro li Şengalê bi şahiyekê û bernameyeke çandî Çarşema Serê Nîsanê bi aramî û dişahî bihata pîrozkirin. 

Diviyabû îro li Şengalê bi şahiyekê û bernameyeke çandî Çarşema Serê Nîsanê bi aramî û dişahî bihata pîrozkirin. Li şûna wê di erefa cejnê de li Şenaglê ji ber êrişên artêşa Iraqê yên hemwextî êrişên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, şer qewimî. Rewşa aloz a ji ber şer jî dewam dike.   

Doh danê sibehê gava ku artêşa Iraqê êrişên xwe yên li dijî Asayîşa Êzîdxanê belav kirin û êriş bire ser nuqteyên YBŞ/YJŞ'ê yên li Geliyê Şîlo û Sikêniyê, ev yek nîşana amadekariyeke berfireh a artêşa Iraqê bû. Beriya wê artêşa Iraqê li Sinûnê, Dîgurê û Xanesorê amadekariya êrişan kiribû û paşê jî êriş kiribû.

Piştî şerê li Geliyê Şîlo û Sikêniyê, artêşa Iraqê êriş ji nû ve bir ser nuqteyên Asayîşa Êzîdxanê yên li Sinûnê, Şengalê û Xanesorê.

Leşkerên Iraqê doh beriya sibehê saet 02:00´yan de jî êrişî nuqteya Cidalê ya Asayîşa Êzîdxanê ya li Tilizêr kir. Hêzên asayîşê bersiv da êrişê û li ser vê yekê li wir jî şer qewimî. Piştî vî şerî artêşa Iraqê berê xwe da Geliyê Şîlo û Sikêniyê ku di bin kontrola YBŞ û YJŞ'ê de ne. Leşkerên Iraqê êrişî nuqteyên YBŞ û YJŞ'ê kir û ji ber vê yekê jî doh sibehê şer qewimî.

Şerê li Sikêniyê û Geliyê Şîlo demeke dirêj dewam kir. Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê hêzên leşkerî şandin gelek deverên di kontrola YBŞ û YJŞ'ê de. Ev yek weke amadekariya êrişeke berfireh jî tê nirxandin.

Ji pêr bi şev ve êriş dewam dikin

Pêr bi şev jî artêşa Iraqê piştî Dîgurê, hewl da dorê li Asayîşa Sinûnê û Xanesorê bigire. Li navenda Şengalê jî rêyên sereke ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin.

Piştî ku artêşa Iraqê hewlda seytereya Asayîşa Êzîdxanê ya komelgeha Dîgurê desteser bike, şer û alozî derketibû meydanê. Di şerê qederê du saetan de hem endamên Asayîşa Êzîdxanê birîndar bûn û hem jî leşkerên Iraqê. Artêşa Iraqê hêzeke mezin a leşkeri li derdora navenda Asayîşa Êzîdxanê ya Sinûnê û Xanesorê jî bi cih kir.

Halê hazir derbarê rewşa aloz de daxuyaniyeke zelal ji herdu aliyan nehatiye kirin. li gorî hin agahiyên neewle, hevdîtinên ji bo aramkirina rewşê di navbera MXDŞ û aliyê Iraqê de dewam dikin.

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.