Li her derî ‘Azadî ji bo Ocalan’

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 17 Nîsan 2023 - 00:12

Li paytextên Ingilîstan, Awusturya, Swîd û gelek navendên din ên Ewrûpî jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, meş û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ev peyam hate dayîn: “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”

LONDON: Li ser banga  Meclîsa Gelê Kurd a Londonê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sedan kes li ber Haringey Civic Centreyê hatin ba hev. Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gîk-Der) û komên înternasyonalîst piştgirî dan meşê. Merasîm ji bo bibîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Kujer Erdogan kujer AKP”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Jin jiyan azadî” hatin gotin. Li ber Haringey Civic Centreyê pankarta “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” hat hildan û meşê dest pê kir. Meş li avahiya Navenda Civaka Kurd (KCC) a li Haringeyê bi dawî bû. Li vir ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal got, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin: “Heta ku Rêber Apo azad nebe, gelên Rojhilata Navîn azad nabin. Gelên Kurdistanê ev sal weke sala azadiya Rêber Apo îlan kir.”

VIYANA: Li paytexta Awusturyayê Viyanayê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Meşê li Christian-Broda-Platz’da (Westbahnhof) dest pê kir û heta navenda FEY-KOM’ê dewam kir. Li vir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinan a Avestayê daxuyanî hatin dayîn: “2 sal in ti agahî ji Rêber Ocalan  nayê girtin. Li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê gelek caran şert û mercên girtîgehê şermezar kirin jî ti guhertin çênebû. Azadiya Rêbertiyê wê rê li ber çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke.”

STOCKHOLM: Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê, li pêşiya parlemena Swêdê li meydana Mynttorget bi çalakiyekê tecrîdkirina Rêber Ocalan şermezar kir. Li ser navê meclîsa Amarayê, Rûken got, “Ev 24 sal in ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de li girava Îmraliyê dîl tê girtin. Di çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û Rojhilata Navîn de Rêber Apo xwedî bandor û nihêrîneke pirr mezin û gerdûnî ye.”

Ji bilî van bajaran li bajarê Qibrisê Lîmsolê, û li derveyî Ewrûpayê li bajarên Awusturalyayê Melbourne û Sydneyê jî bi heman armancê çalakî hatin kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.