Ew xemlên tentenê tên bîra we? Erê erê, ewên li ser maseyan, li bin dîzikan, li ser dolaban û sêpayan. Piştre li ser radyoyayan û televizyonan jî cihê wan çêbû.
Heger we di zarokatiyê de malên welê yên Kurdan dîtibin, ew xemlên tentene û dantêl wê ji bîr awe neçûbin. Hunerê hunermenda Portugalî, Joana Vasconcelos weke mubalexekirina wan xemlê tentene jî dikare xuya bike. Çavên Kurdan belkî pê bixabin û bibêjin, “wawaylê, jinmamê beq jî tenetene kirine!”
Ne tenê beq, gelek heywanên li nava mal û hewşan xuya dikin, ên weke qepûşk û pisîkan jî li tenteneyên Joana Vasconcelosê hatine pêçan. Ew weke hunermend pirr hez dike bi tekstîlê kar bike, lê belê înstalasyonên wê yên ji materyalên hişk û sabît jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN