Di 17’ê Tebaxa 2021’an de dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneya Sikêniyê ya li Şengalê bi balafirên şer çar caran li ser hev bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 xebatkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muhlîse Sîdar şehîd bûn. Her wiha 4 şervanên YBŞ’ê Hemîd Sedûn, Xidir Şeref, Ramî El salim û Meytem Xidir Xelef ên ku ji ber dermankirinê li nexweşxaneyê bûn şehîd bûn.

Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê bi boneya 2’emîn salvegera komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Di 17’ê Tebaxa 2021’an de, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li ber çavê hemû cîhanê sûceke nû ya mirovahiyê kir. Nexweşxaneya Sikêniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve 4 caran li ser hev hate bombebaran kirin.

Li gorî Hiqûqa Cezayê ya Navnetewî, êrişa li ser nexweşxaneyan û mirovên bêparastin sûcê şer e. Dewleta Tirk li Şengalê ne tenê sûcê mirovahiyê kir, îmze avêt bin sûceke din a şer ya li gorî qanûnên navnetewî.

Dewleta Tirk derewan dike

Dewleta tirk, ji bo ser vê sûcê xwe bigire, îdîa kir ku ev der ne nexweşxane ye, baregeheke leşkerî ya YBŞ’ê ye.

Lê derbarê nexweşxaneyê de gelek agahî, şahidî û dîmen derketin holê ku piştrast dikir ew der nexweşxaneyeke di xizmeta civaka Êzidî û gelê Ereb de ye. Tevî ku belgeyên têrker hene lê heta niha li ser vê êrîşê dewleta Tirk nehatiya cezakirin û herkes bêdeng e. Heta niha di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, saziyên tenduristiyê yên Neteweyên Yekbûyî û saziyên civaka sivîl derbarê vê sûcê li dijî mirovahiyê de lêkolînek nedane destpêkirin. Em weke Komîteya Tendûristî a Şengalê bang li hemû saziyên pewendîdar û hikûmeta Iraqê dikin, bi erka xwe rabin û lihember van sûcên şer bêdeng nebin. Ne tenê ev êriş, ji sala 2017’an heta 2023’an, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê 30 caran êrîşên hewayî kiriye. Di van êrîşan de pêşeng û fermandarên civaka Êzidî jî di nav de 30 kes şehîd bûne, 25 kes jî birîndar bûne. Ev êrîş heta roja meya îro jî dewam dike û dema dewleta Tirk derfet bibine êrîşên xwe pêk tîne.”

ROJNEWS/ŞENGAL