Li Helebê şevbihêrka hunerî hat lidarxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a taxa Şêxmeqsûd bi dirûşma “Hunerê resen parastina nasnameya gelan e”, şevbihêrkek li dar xist.

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a taxa Şêxmeqsûd bi dirûşma “Hunerê resen parastina nasnameya gelan e”, şevbihêrkek li dar xist.

Şevbihêrk li herêma Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a li Helebê li dar ket. Bi sedan kes, endamên saziyên sivîl û partî tevlî şevbihêrkê bûn. Di destpêkê de endamê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner Ridwan Agirî axivî û îşaret bi pêwîstiya parastina çand û huner kir.

Ridwan Agirî her wiha êriş û gefên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li gelên herêmê kir da ku ax û çanda xwe biparêzin.

Paşê, Koma Agirî û Koma Çiyayên Kurmênc stranên bi Erebî û Kurdî gotin. Stranbêj Elî Dawud û Ebdurehman Çawîş stran ji çanda Efrînê gotin. Di dawiya şevbihêrkê de xelkê govend li ber stranên Efrînî gerand.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.