Li Helebê pêşengiya jinan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Gulan 2024 - 00:58

NÛJIYAN ADAR / ANF / HELEB

Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Fehîme Hemo ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan di salên 1990'î de çû Helebê, bi gelek malbatên welatparêz re yekser hevdîtin kir û bi rêxistin kir. Fehîme Hemo diyar kir ku jinan destpêkê bi karên girseyî zend û bend ba dan, piştre hewl dan xwe bigihînin malbatan û jinan û got:"Di sala 2011'an de heta krîza Sûriyeyê jinan li ser vê mîrateyê kar dikirin û xwe bi rêxistin dikirin." Fehîme Hemo bi bîr xist ku di sala 2013'an de  Gulê Selmo şehîd bû û got:"Diviyabû jinan rêxistiniyeke hîn xurt ava kiribûna. Di vê çarçoveyê de sala 2013'an gava me ya destpêkê jî avakirina Mala Jinê bû. Hîmê rêxistiniya jinê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo hate danîn. Piştre jî bi pêşengiya saziyan li Mala Jinê jinan cihê xwe girtin. Bi vî rengî yekser tevlî rêxistiniya civakê bûn. Ev gav diviyabû tenê ji bo jinên Kurd nebûya. Ji bo jinên Ereb jî xwe bi rêxistin bikin, perwerde bikin û bigihêjin asta pêşengiyê, di sala 2013-2014'an de jinên ji gelê Ereb jî tevlî perwerdeyan hatin kirin û yekser beşdarî karên Mala Jinê bûn. Ji bo Kongra Star karibe xwe bi rengekî hîn baştir bi rêxistin bike pêwîstî bi komun, meclîs û komîteyan hebû." Fehîme Hemo diyar kir ku komunên jinan di sala 2015'an de hatin avakirin û got, "Piştî ku komun hatin avakirin 3 meclîsên jinan ava bûn. Li Meclîsa Şehîd Rûken Zerdeşt 10 komunên jinan, li Meclîsa Şehîd Gulê Selmo 13 komunên jinan û li Meclîsa Şehîd Şîlan Kobanê jî 23 komunên jinan hene. Li gorî pêwîstiyên komunan komîte têne avakirin. Komîteyên perwerde, tenduristî û ciwanan dibin esasê her komunê. Armanca me ya esasî ji komunan afirandina civakeke hîn rêxistinbûyî ye. Bi rêya komunan em dikarin xwe bigihînin her beşa civakê. Komunên ku civakê perwerde, bi rêxistin dike û dibe hêza çareseriyê, bingeha civakê ye."

Perwerde didin mêran

Fehîme Hemo ragihand ku li Akademiya Jinê ya Şehîd Hêzil sê dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin ku mêr jî tevlî bûn û got:"Me sê dewreyên ji bo mêran ava kir, lê belê diyaloga me bi dewreyan bi dawî nebû. Em timî di nava têkilî û nîqaşê de ne, ji bo karibin modeleke nû ya malbatê ava bikin. Dewreyên me ji bo jinên Ereb hatin lidarxistin. Niha perwerdeya 22 jinên Ereb dewam dike. Ne tenê li Helebê em dixwazin li tevahiya Sûriyeyê xwe bigihînin jinan û xwe xurt bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.