- Yekîtiya Hunermendan a Helebê bi navê “Çirûskên Şêwekariyê” li Hola Galerî Seydo Reşo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangeheke wêneyan vekir.
Yekîtiya Hunermendan a Helebê bi navê “Çirûskên Şêwekariyê” li Hola Galerî Seydo Reşo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêşangeheke wêneyan vekir.
Pêşangeha wêneyan bi armanca derxistina behreyên ciwanan hate lidarxistin. Şêniyên taxê, nûnerên saziyên sivîl û çandî beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de 75 tabloyên 15 wênesazan û hin berhemên destkariyê têne pêşandan.
Yek ji wênesazên beşdar, Mêrvan Hebeş der barê pêşangehê de wiha axivî: "Armanca me ew e ku em rewşa heyî bi rêya wêneyan bi civakê bidin naskirin."
Welatiya bi navê Amna Xidiro ku beşdarî vekirina pêşangehê bû, kêfxweşiya xwe diyar kir û got, "Em di van tabloyan de jin û xwezayê dibînin. Ev yek jî bi saya serê kesên ku ev wêne xêz kirine û karîbûn peyama xwe bi rêya wan bidin û bi rêya tabloyên xwe banga parastina xwezayê û jinan dikin."
Pêşangeh dê heta roja înê dewam bike.
ANHA/HELEB