Li Helebê di şer de 10 kuştî
În 24 Adar 2023 - 01:19
Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku komeke çeteyên Cebhet El Nusra êrişeke mezin bir ser nuqteyên artêşê yên li rojavayê Helebê.
Li gorî ajanseke girêdayî hikumeta Şamê, Wezareta Parastinê da zanîn ku yekîneyên artêşê bersiv da erişeke mezin.
Wezaretê da zanîn ku komeke çeteyên Cebhet El Nusra êrişî nuqteyên artêşê yên li Kefer Eme ya li rojhilatê Etarib a li rojavayê Helebê kir. Di encamê de 11 çete tevî serçeteyê komê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di encama şer de 10 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatine kuştin û 16 jî birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN