Tetîkkêşê bertilxwir
În 10 Gulan 2024 - 00:29
Derket holê ku Ziya Turk ê Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê û rêveberiya nû bi nûçeyên “Divê qeyûm bê tayînkirin” û “Ev kes endamê rêxistinê ye” hedef digire, di serdema qeyûm de tenê ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye.
Ziya Turk ê ku îdia dike ku li bajar rojnamegeriyê dike, yek ji van kesan e. Turk, li ser malpera înternetê ya Van Postasiyê gelek caran hevşaredaran hedef digire û îdiayên giran dike. Turk û malpera wî ya înternetê, piştî hilbijartinên sala 2019’an jî bi heman rewşê bûbûn rojev. Îdiayên Turk ên bêbingeh, gelek caran di îdianameyên hevşaredaran de weke “îxbar” derbas bûn û weke hinceta tayînkirina qeyûman hatibûn nîşandan.
Turk, piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an; Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Cevdet Altindag kiriye hedef. Demekî kin piştî 31’ê Adarê, li ser malpera wî gelek nivîs û “nûçeyên” bi sernavên “Şaredariya Wanê vediguherînin navenda terorê”, “Xizmên terorîstan digirin şaredariyê” û “Divê qeyûm li şaredariyan bên tayînkirin” hatin weşandin. Balkêş e ku dema ev “nûçe” û nivîs dihatin parvekirin jî kesên AKP’î, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê û Midûriyeta Emniyetê ya Bajar dihatin etîketkirin.
Her wiha Turk sicîlên serokên daîreyan û midûran jî yek bi yek parve kir û bi “nûçe” û nivîsên bi sernavên weke “Ev kes kesê îxrackirî ye”, “Ev kes endamê terorê ye” û “Divê rewşa vî kesî bê lêkolînkirin” hedef girt. Kesên bi KHK’ê hatin îxrackirin û piştre bi biryara dadgehê vegeriyan karên xwe jî bi heman awayî li ser malpera Turk hedef tên girtin.
Pere qut bûn hewara qeyûm dike
Derket holê ku di serdema qeyûman de Turk ji qasaya şaredariyê pereyekê zêde qezenc kiriye û sedema bangawaziyên wî yên ji bo “tayînkirina qeyûman” jî birîna pereyê wî ye. Hat zanîn ku di serdema qeyûman de Turk ji gelek şaredariyan bi milyonan lîre qezenc kiriye. Hat zanîn ku Turk bi rêya reklam û abonetiyan di nava 3 salan de ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye.
Hat zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin û yên 3 navçeyan wê bi sedema “Qezencekî neheq bi dest xistiye” û “Hedefgirtina şexsan” giliyê Turk bikin. Di heman demê de tevahiya peymanên Turk îmze kirin jî wê weke belge û delîl pêşkeşî dadgehê bên kirin.
MA/WAN