- Omer Evsen ê AKP´î kevirê dîrokî dizî û di avahiya qaçax de bi cih kir, dewleta Tirk a dagirker bi qeyûm, rayedarên xwe yên weqf û saziyên peywendîdar dizê kevirê dîrokî diparêze.
Yek ji berhemên dîrokî yên Sûra Amedê kevirekî avahiyên kevin ên Amedê yê sfenkseke serê mirovan e. Derket holê ku Cîgirê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê Omer Evsen ev kevir û sfenksa serê mirov di avahiya xwe ya qaçax de bi kar bi cih kiriye. Yanî li gorî sfenks tescîlkirî ye, dizî jî tescîl kiriye. Lê hat zanîn ku ji bo ev mala qaçax neyê xerekirin belgeyên nerast hatine amadekirin.
Navçeya Sûr a Amedê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de ye. Hat zanîn ku sfenksa serê mirov a namzetê Şaredariya Sûr a Amedê yê AKP’î û Cîgirê Serokê Giştî yê Diyanet-Senê Omer Evsen di avahiya xwe ya qaçax de bi kar anî, ji avahiyeke tescîlkirî hatiye derxistin. Derket holê ku dema mamê wî Metîn Evsen Midûrê Herêmê yê Weqfan ê Amedê bûye, Evsen bi kevirên ji avahiyên tescîlkirî yên piştî şerê li dijî xwerêveberiya li Sûrê hatibûn hilweşandin dizîne, kargeheke qaçax a bi navê “Kemikli Evi Ciğer” ava kiriye. Hat tespîtkirin ku sfenksa serê mirov a ku Evsen di vê kargehê de bi kar anî jî ji avahiyeke tescîlkirî ya li heman taxê û ya li ser “160 ada ya parsela hejmar 28-29’ê” hatiye dizîn. Ev sfenksa serê mirov a behsa xeberê di kargeha qaçax a ji 3 qatan û li ser 360 metreyên bi çarçik de hatiye bikaranîn. Derket holê ku Sfenks ji avahiya tescîkirî ya li Taxa Dabanoglû ya li ser “160 ada û parsela hejmar 28-29’an” hatiye dizîn. Di heman demê de di fîşa tescîlê ya Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Amedê û projeyên erêkirî de cih digire.
Derewa Fatîh Evsen a 350 salan
Diyar bû ku Fatîh Evsen ji bo ev kargeha qaçax bê tescîlkirin, weke avadaniyeke xwedî rabûrdiyeke 350 salan be, nîşan daye lê piştî derket holê ku qaçax e, Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Amedê ya Midûriyeta Giştî ya Berhemên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Turîzmê ji bo hilweşandina avadaniya qaçax ti gav neavêtin.
Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Amedê li ser giliyan, mijar xist rojeva xwe û di vê mijarê de rapora pisporan da amadekirin. Di rapora kesê pispor de hat gotin, di lêkolînê de xuya bûye ku înşaeta avahiya nû ya li ser “parsela hejmar 1 a 164 adayê” li dijî hukm û Plana bi Mebesta Parastinê ya di çarçoveya Projeya Dîzaynkirina Bajarî de ye û bêyî destûrê hatiye çêkirin. Lijneya Herêmê Parastina Berhemên Çandî ya Amedê, tevî vê tespîtê jî gavek neavêt. Rayeya Lijneya Parastinê heye ku di vê mijarê de gilî bike û vê avahiya qaçax bide xerakirin. Lê belê destnîşan kir ku di vê mijarê de Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê erkdar e û tu hewl neda.
Sextarî ji bo parastina malê diziyê
Piştî ku Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Amedê ti gav neavêtin, Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) hewl da. Bi vê hewlê re derket holê ku Midûriyeta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê belgeyên nerast amade kirine. Piştî TMMOB’ê gilî kir, Midûriyeta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê îdîa kir ku avahiya behsa xeberê ya di sala 2019’an de hatiye çêkirin, dikeve ber “Efûya Îmarê” ya di 6’ê Hezîrana 2018’an de û belgeyên derew amade kirin. Bi vê yekê re rê li ber hilweşandina avahiyê girt.
Bi wêneyên peykê hat tespîtkirin ku avahî piştî qedexeya derketina kolanan a di sala 2015’an de hêj li ser pêya ye, piştî qedexeyê di dawiya sala 2018’an de ji hêla xwediyên wê ve hatiye hilweşandin û di sala 2019’an de jî bi kevirên dizî hatiye avakirin. Tevî vê yekê jî Midûriyeta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê ev avahî xist ber “Efûya Îmarê.” Belgeya derew a Midûriyeta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê jî piştî giliyê TMMOB’ê derket holê.
Avahiya behsa xeberê dikeve ber rayeya Şaredariya Sûrê ya ku qeyûm dagir kiriye. TMMOB’ê ji bo hîn bibe bê ka qaçax e yan na, demeke dirêj miracaetî Midûriyeta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê, Şaredariya Sûrê û Midûriyeta Mûzeyê kir lê ti bersiv wernegirt. Piştî belgeya li dijî rastiyê hatiye amadekirin, Şaredariya Sûrê bersivek da TMMOB’ê.
Şaredariya Sûrê mînaka Belgeya Qeyda Avahiyê ya 15’ê Hezîrana 2019´an a ku roja dawî ya “Aştiya Îmarê “ ye ji Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê re şand û wiha bersiv da TMMOB’ê: “Avahiya behsa xeberê bi hejmara CMFRYPC3’ê Belgeya Qeydê ya Avahiyê wergirtiye, lewma em nikarin derheqê wê de kirariyekî bikin.”
Li ser vê yekê TMMOB’ê gilî kir li Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Ew gilî jî ji ber vê belgeya derî rastiyê, bi biryara neşopandinê bi dawî bû. TMMOB’ê ji bo rakirina biryara neşopandinê îtîraz kir.
MA/AMED