Kovara li ser helbestê "Bar Helbest" bi hejmara xwe ya 9'an li pêşberî xwendevanan e.
Edîtoriya kovarê gotiye, "Di sala nû de bi hejmarek nû em li gel we ne. Bar Helbest ji roja ewil ve li ser pêyan e da ku derdora kovargeriya kurdî rengîntir, bi liv û tevgertir bike û hewlên xwe yên di vê qadê de bêrawestan didomîne. Hêviya me her ew e ku Bar Helbest her tim bikaribe kelecaneke pak bike dilê we."
Kovara Bar Helbestê di her hejmara xwe de helbestvanekî/e dike berga kovarê, di vê hejmarê de helbestvan Dilawer Qeredaxî kirine berg. Kovarê ligel wî hevpeyvînek kiriye. Ew dibêje, "Her helbesteke bedew bi xwe lihevhatinek e”. Ligel hevpeyvînê 4 helbestên Dilawer Qeredaxî jî hatine belavkirin.
Kovarê Ligel Natalie Diaz jî hevpeyvînek kiriye. Ew dibêje, "Ez bi hezkirinê radibim, rûdinim û dicoşim". Her wiha hin helbestên wê jî hatine weşandin. Kovarê ligel hevpeyvînan cih daye gelek helbest, werger û nivîsên rexneyî jî. Ji hejmarê borî zêdetir di vê hejmarê de helbestên hatine wergerandin xwe nîşan didin.
Bar Helbestê di vê hejmarê de helbestên van kesan belav kirine: Rêzan Diljen, Mehmûd Derwêş, Dîlan Şewqî, Cesare Pavese, Suheyb Farûq, Ciwan Qado, Mehmet Çalişci, Audre Lorde, Firat Keklîk, Suad el-Sebah, Natalie Diaz, Hoşeng Nizarî, Leyla Mexso Berazî, Pierre Reverdy, Miradê Miradan, Nîman Evdilheqîm, Christiana Rosetti, Rose Ausländer, Sidîq Gorîcan, Albrecht Goes, Hiratsuka Raicho, Dilawer Qeredaxî, Alda Merini, Anne Carson, Mehsûn Reşçelan, Cuma Karakuş, Emerîkê Sidîqayê, Jacques Prévert, Flaminia Colella, Wilfred Owen, George Eliot, Nîzar Qebbanî, Ehmed Katibê Qubad Begê, Mihsin Qoçan
Ji bo têkilî:
Instagram: @barhelbest
X: @barhelbest
Mail: kovarabar@gmail.com
NAVENDA NÛÇEYAN