Li Helebce werzê kezaxtinê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 4 Çile 2024 - 05:00

Piştî berhevkirina berhemên salê û bi hatina demsala zivistanê re, karekî din dikeve ser milê baxvanên Helebce. Ew jî kezaxtina darên hinaran e. Xelkê dest bi kezaxtina darên hinaran kirine da ku sala bê berhemek baştir û ciwantir bigre. Xwediyê baxê hinaran Star Cebar diyar kir ku ger ew kezaxtina daran nekin, wê sala bê berhemên wan xirab bibin.

Li gundê Kulkinî ya ser bi bajaroka Xurmal a girêdayî Helebce nêzî 40 mal lê hene. Li vî gundî 250 donim baxên hinaran hene. Salane berhemek baş yê hinaran ji van baxan tê bidestxistin û li bazarên Herêma Kurdistanê tên firotin.

Star Cebar xwediyê yek ji baxên hinaran e, di dema kezaxtina baxê hinaran de behsa giringiya kezaxtina darên hinara kir û got: “Kezaxtina baxê hinara di meha Cotmehê de destpê dike ta nêzî meha Adarê berdewam dike. Pêwîste em her sal kezaxtinê bikin. Ger dar neyê kezaxtin hêza hinarê namîne. Kezaxtin ji bo çinînê jî hêsan e. Ji bilî wê jî berhemê wê ciwan çêdibe. Di dema çêbûnê de hinarek têr av çêdibe. Dar jî oksîjenek baş distînin. Ji bo wê ji dema çandina şitlê hinarê heta berhem digre pêwîstî bi xizmetê heye.”

Star Cebarê diyarkir kesê karê kezaxtina hinaran dike ger neşareza be, wê darê bi temamî wêran bike. Star got, dara hinarê jî nêr û mêya xwe heye, divê yên nêr were birîn û yên mê werin hiştin. Ger yên mê werin birîn, wê ew dar berhem negire û ziyanek mezin bi xwere bîne. Li Helebce û Hewraman rûberek berfireh yê baxên hinaran heye. Salane nêzî 30 hezar ton berhemê hinar ji van baxan tê çinîn û li bazarên Herêma Kurdistan û derveyî Herêma Kurdistanê tê firotin.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.