Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û wargehan hat girtin. 

Li Colelêrg û navçeyên wê ji şeva din ve berfeke zêde dibare. Ji ber berfa zêde li Navenda Colemêrgê rêya 21 gund û 47 gundikan, li navçeya Şemzînanê rêya 18 gund û 69 gundikan, li navçeya Geverê rêya 57 gund û 77 gundikan bi giştî rêya 289 gund û wargehan hatin girtin. Xebatên ji bo vekirina rê hene. 

MA/COLEMÊRG