Li Hamburgê 7 kes hatin kuştin 

Nûçeyên Cîhan

Şemî 11 Adar 2023 - 00:35

  • Li gorî medya Elman di êrişa çekdarî de herî kêm 7 kes mirin.

Li bajarê bakurê Elmanyayê, Hambûrgê li hemberî dêreke “Şahidên Yehova” êrişeke çekdarî hate kirin. Gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn.

Li gorî medya Elman di êrişa çekdarî de herî kêm 7 kes mirin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, polêsan hîna daxuyaniyeke berfireh nedabû, lê wan sibehê got, yek ji kesên li cihê bûyerê hatine kuştin êrişkar e. Di êrişê de 8 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa Federal a Parastina Sivîl weke tevdîr bang li xelkê bajêr kir da ku xwe ji cihê bûyerê vegire û mirovên li herêmê ne jî ji mala xwe dernekevin.

Piştî ku dengê çekan hate bihîstin, 9'ê Adarê saet di 21:15'an de polês datin agahdarkirin. Polês da zanîn ku bi lez ew ketine hundirê avahiyê dêrê û gelek kesên hatine kuştin û birîndar wan dîtine. Têkildarî motîvasyona êrişê heta nûçeya me dihat amadekirin, ti agahî bi dest neketibû.

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.