ROZA METÎNA / AMED
Gundê Qerewêrî yê ku bi dengê çemê xwe yê diherike û bi hilatina rojê re dibe jêderka îlhamê demsala payizê bi rengekî cuda pêşwazî dike.
Aramiya ku li gundê Qerewêrî yê Rezana Amedê xwe derdixe pêş hêviyekê di dil de diafirîne. Dema ku roj li vir hiltê rengekî helbestî, bi herikîna çem ê jêdarka wê Qerejdax e di dilê mirov de cihê xwe digire.
Li vî gundî rengê payizê bi dengê çûkan re xwe temam dike û di wê kêliyê de hestê azadiyê tovên xwe di dil de direşîne.