Cenazeyê endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê, Huseyîn Arasan ê ku 9’ê Hezîranê li Silêmaniyê di êrişa çekdarî ya MÎT’ê de şehîd bû, bi merasîmekê ber bi Qendîlê ve hat şandin.
Cenazeyê Huseyîn Arasan ji Morga Saziya Tiba Edlî bi tevlîbûna sedan kesî û dirûşman hate girtin û ji bo merasîmê ew birin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî.
Piştî karwanê şehîd gihişt mizgeftê li vir merasîmek hate lidarxistin.
Li ser navê komeleyê, Mûsa Xalid daxuyanî da û bal bire ser terora dewleta Tirk û diyar kir ku ew penaberên siyasî ne û rexne li çapemeniya PDK’ê jî kir ku wan dike hedef: "Em penberên siyasî ne, siyasetê dikin. Divê tavilê kujer bên dîtin û hesab ji wan bê pirsîn."
Piştre jî ser navê KNK’ê Dr. Şêrko Heme Emîn êriş şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û desthilatê kir da ku kujeran diyar bikin û pêşiya êrişên wiha bigirin.
Bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Tolhildan’ hatin gotin.
Piştî merasîmê cenazeyê şehîd bi karwanekî dehan wesayîtan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ber bi Qendîlê hate birêkirin û caneze li Qendîlê bi merasîmê hat veşartin.
NAVENDA NÛÇEYAN