• Walîtîya Mêrdînê ku bi hênceta "pandemiyê" destûr nedabû lîstika bi Kurdî, destûr da lîstika bi Tirkî. 

Walîtîya Mêrdînê ku bi hênceta "pandemiyê" destûr nedabû lîstika bi Kurdî, destûr da lîstika bi Tirkî. 

Walîtiya Mêrdînê, di 5'ê Kanûnê de bi hinceta "pandemiyê" destûr nedabû lîstika bi Kurdî, Tartûffe ya Şanoya Bajêr a Amedê. Lê derket holê ku Walîtiyê destûr daye lîstikeke din a şanoyê ya bi Tirkî. Hat zanîn ku walîtiyê destûr daye lîstika "Agaçlar Ayakta Olur" a bi Tirkî ya Şano Kareyê ku wê di 12'ê Kanûnê de bê leyîstin. Me xwe gihand Şano Kareyê ku wê lîstika wê ji aliyê Nevra Serezlî ve bê leyîstin û wê piştrast kir ku walîtiyê destûr daye lîstika wan. 

Endama Komeleya Çand û Huner a Mezopotamyayê Abdûllah Ayav, têkildarî mijarê daxuyanî da û got, "Em bi vê biryarê jî fêm dikin ku qedexe tenê ji bo lîstik û şahiyên Kurdî heye. Walîtî îdîa dike ku li dijî Kurdî ti pirsgirêkeke wan tine ye, vê biryarê derxistiye holê ku walîtî ne jidil e. Li dijî vê qedexe û astengiyê em ê çalakiyên xwe li her derê bi Kurdî bikin."

MA/MÊRDÎN