Çarşeme bihurî hêzên rejîma Îranê welatiyê Kurd “Armanc Xeste” kurê Ehmed ê xelkê bajarê Gogtepe û rûniştiyê Mehabadê, girt û ew birin cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyeke agahdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev welatî di mala wî ya şexsî de girtine.
Heta niha jî sedema girtin, tawan û rewşa Amanc nayê zanîn.
Li gorî agahiyan, çarşema bihurî, hêzên Îranê 3 welatiyên din ên Kurd ên “Şêrko Nesîrî”, “Hedayet Xeste” kurê Elî û “Eşkan Resûlî” kurê Elî xelkê Gogtepe ya ser bi Mehabadê, girtine û ew jî birine cihekî nediyar.
NAVENDA NÛÇEYAN