Li girtiyan gefa sewqkirinê

Çarşem 25 Çile 2023 - 00:11

Li dijî zextan li gelek girtîgehan girtiyan dest bi grevên birçîbûnê kirine. Ji Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Panosê girtî Lutfiye Kelekçîer, bi telefonê li hevala xwe Saadet Kûrt geriya û zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li wan tên kirin ragihand. 

Kûrt, diyar kir ku gelek girtî ji girtîgehê hatine sirgûnkirin û tiştên ku Kelekçîer jê re ragihandine bi devê wê wiha wiha ragihand: "Gelek girtî ji girtîgehê tên sirgûnkirin. Girtiyên hatine sirgûnkirin jî wan dişînin Qeyserî, Tersûs, Enqere, Gîresûn, Tekîrdagê ku gelekî dûr in. Hinceta sirgûn kirinan jî “li hemberî me derketin”, “mafê xwe xwestin” nîşan didin. Dibêjin dengê xwe dernexin. Gava tên lêgerînan, rojnameyên me yên ku em dixwînin kom dikin dibin. Gelek caran ji ber tiştên ku me nekirine ceza didin. 

 

Ji ber şahî û stranên Kurdî me ceza dikin

Gava cezayê hevalên me dikeve binê salekê înfaza wan dişewitînin. Em çi dikin der barê me de girtek tên girtin. Du meh in bi daxwaznameyên gelek hevalên nexweş nabin revîrê. Hevalên nexweşiya dil, fitiq, paypas derbas kirine hwd hene. Gelek îlac (derman) hene ku hewce ye zû bê dayîn lê derman gelek direng tên. Gava em jî bertek nîşanî van yekan didin mûhatab nabin û girtek digirin. Cizayê wan girtekan jî cezayê pereyî, ragihandinê, nameyan e. Carna em navbera xwe de şahiyan li dar dixin û stranan dibêjin, lê ji ber ku stranên me Kurdî ne girtekan digirin. Gelek zext li ser me hene. Em dixwazin dengê me bê bihîstin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.