Li girtîgehên Îranê binpêkirina mafan
Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:00
Jinan diyar kirin ku li Îranê mafê tendiristiyê li girtîgehan tên binpêkirin û banga hestiyariyê kirin.
Li Îranê di girtîgehan de ji xizmetên tenduristiyê bê par mayîn, bi taybetî ji bo girtiyên siyasî, bi salan e hatiye halê awayê cezakirinek veşartî. Hema bêje her roj nûçeyên ku girtî ji mafê tedawîkirinê bê par mane, tê bihîstin. Lê belê dema mijar dibe jin, ev pirsgirêk bi awayekî tundiyek hişk derdikeve pêş.
Di vê raporê de bi riya roportajên ku bi jinên Rojhilatê Kurdistanê re hatin kirin, pirsgirêka girtiyan a ji tadawiyê bêpar mayîn, îtîraz û rexne bi aliyên cuda hat destgirtin.
Di salên dawî de derbarê astengkirina xwegihandina jinên li girtîgehê Îranê ya tedawiyê gelek raporên binpêkirina mafê mirovan hatin weşandin. Lale Saatî, Meryem Celal Huseynî, Rahele Rahmîpur, Perwîn Mîrasan, Nergîs Mansurî, Zeynab Celaliyan, Werîşe Muradî, Şerîfe Mehemedî, Pexşan Ezîzî û bi sedan jin, ji van mafên bingehîn ên mirovan bê par mane.
Parêzer û parêzvana mafê mirovan Kejal Gewlî vê yekê wek binpêkirina eşkere ya mafê mirovan pênase dike. Kejal Gewlî wiha dibêje: “Nedayîna xizmeta tenduristiyê, binpêkirina hiqûqa navxweyî ya Îran û hiqûqa navnetewî ye. Bi taybetî ji bo jinên girtî tiştek bi navê ‘xizmeta rêk û pêk’ nîne. Jinên nexweşiyên kronîk û giran, ji bo bi bijîşk re hevdîtin bikin neçar dimînin bi mehan li bendê bimînin. Di rewşên wek nexweşiyên dil û penceşêr de, tedawî hema bêje bi tamemî tê astengkirin. Li gorî peymana mafê siyasî û medenî ya navnetewî, bêpar mayîna kesekê/î ji tedawiyê, îşkence ye.”
Rojanemevan û aktivîsta mafên mirovan Sara Melayî ev rewş wiha anî ziman: “Bêparmayîna ji xizmeta tibî, girtiyan hêdî hêdî ber bi mirinê ve dibe. Çapemenî bêdeng e, rewşa malbatan û yên di hundir de, nayê zanîn. Divê civaka navnetewî rabe. Zext li Îranê were kirin.”
Lêkolîner û derûnnas Cewan Taremî diyar kir ku ev pêkanîn amûra dewlatê ya belavkirina tirsê û nîşandana hêzê ye û wiha got: “Lênêrîna tibî veguheriye amûrek çokdanîna li ber rejîmê. Ev jî riya diçe ‘mirina hêdî’ sîstematîk dike. Zeyneb Celaliyan di nameyek xwe de tîne ziman ku gardiyana jin a girtîgehê bi awayekî hişk nêzî jinek bûye ew bi vêya gelek êşiyaye.”
NÛJINHA/MIHABAD/VIYAN MEHERPERWER