Parlamenterê Berê yê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy ku di 4’ê kanûnê de ji Girtîgeha Kandirayê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehan hukmên nazîwarî hene û got: “Divê dengê girtiyan bê bihîstin, nexwe dibe ku grevên birçîbûnê bikevin asteke din.” 

Aksoy, diyar kir ku di sala 2016’an de Endamtiya Lîjneya Birêvebirina Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kiriye û dema ku ji bo civînekê çûye Amedê hîn bûye ku der barê wî de biryara girtinê heye û piştî civînê ji bo îfadedabnê çûye Agiriyê û li wir hatiye girtin. Aksoy, got ku piştî ku demekê girtî maye, di danişîna xwe ya yekemîn de tehliye bûye û piştî tehliyebûna xwe bi 4 rojan careke din hatiye girtin. Aksoy, da zanîn ku piştî çend rojan ji vê girtina xwe jî tehliye bûye û vê tehliyebûna wî jî hatiye îttîrazkirin û dema ku ji bo dozeke xwe çûye Meletiyê hatiye girtin û 5 sal bûne girtî bûye. 

Mîna dema 12ʼê Îlonê ye

Aksoy, rewşa li girtîgehan şiband dema 12’ê Îlonê û got: “Ji ber Covîd-19’ê hemû mafên me hatin sînordarkirin. Hema bibêje her hefte bi ser qawişan de digirin. Di demên dawîn de bi talanê li her derî lêgerîn pêkanîn. Ev pêkanîn bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re zêde bûn. Hemû tiştên ku bi destan hatibûn nivîsandin hatin desteserkirin. Nîşeyên min jî hebûn desteser kirin. Parastina min jî girtin. Dema 12’ê Îlonê parastina min desteser nekiribûn. Di 12’ê Îlonê de min 15 rojan li ser hev parastina xwe kir. Niha girtin. Çima? Li gelek girtîgehan bi hev re çalakiyê dest pê kir. Naxwazin dengê wê were bihîstin.

Dibe çalakî bibe bê dem û bê dorveger

Aksoy, li ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a bi koma 5ʼan di roja 26ʼan de ye jî weha got: “Tişta ku herî dawî girtî dikarin bikin çalakiya greva birçîbûnê ye. Pir zelal dibêjim, bê hejmar mirovên ku mirinê hembiz dikin hene. Heke gav neyên avêtin dibe ku greva dorveger bikeve asteke din. Ev biryara wan e, lê texmîn dikim ku wê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê bike. Ev dikare heta 300-500 rojî jî biçe. Heta dibe ku derkeve asta azadiyê bi mirinê. Ev mijareke gelek girîng e. Mirovên girtî di ferqa rewşa gelê me de ne. Tişta ku dikarin bikin tenê ev e, canê wan e. Amade ne ku canê xwe di oxira azadiya gelê xwe de bidin. Divê ev wiha bê fêmkirin. Divê malbatên girtî û hikumxwariyan û raya giştî di vê mijarê de hestiyar bin. Divê guh bidin dengê girtiyan û li gorî wê tevbigerin.”

MA/STENBOL