Li girtîgehan greva birçîbûnê 

Pêncşem 5 Çile 2023 - 01:31

Li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Afyonkarahîsarê, 6 girtiyan li dijî serdegirtina qawîşan û hejmartina li ser pêyan, di 3'yê Çile de dest bi greva birçîbûnê kir. Hat zanîn ku Habîl Emen, Yûsûf Bîrkan, Yûsûf Erkek, Mehmet Emîn Dal, Sîraç Keskîn û Cûmalî Yildirim ketine greva birçîbûnê. 

Cûmalî Yildirim û Harûn Paçal ji malbatên xwe re qala binpêkirinên mafan kirin.

 

Tehlûke li ser Zarokên me heye

Malbatan piştî hevdîtinê li ber girtîgehê got: "Li hundir êşkenceyê li zarokên me dikin. A niha tehlûke li ser zarokên me heye. Ewlehiya jiyana wan tine. Komên din jî wê dest bi greva birçîbûnê bikin. Rêveberiya girtîgehê beriya niha soz dabû ku wê daxwazên wan bi cih bîne, lê belê daxwaza girtiyan bi cih neaniye.” 

 

Li Şakran û Eregliyê greva birçîbûnê

Di 4’ê Çile de li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtiyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a bi dawî û bi dor kiribû.

Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Eregliya Konyayê jî li dijî tecrîda giran û binpêkirinên mafan bi mehan e greva birçîbûnê didome.

Li vê girtîgehê di 4’ê Cotmehê de greva birçîbûnê ya bê dawî û serê 10 rojan bi dor, hatibû destpêkirin. Ev çalakî di 16’ê Mijdarê de veguherandibûn çalakiya bêdawî û ne bi dor.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.