Li nêzî gundê Alekan a Geverê aşût bi ser 5 gundiyan de ket. Birîndar hatin rizgarkirin. 5 kesên ji gundê Gagevran a Gevera Colemêrgê, ji bo tamîrkirina lûleyên avê bi traktorê çûn gundê Alekanê.
Gundî 4 kîlometreyan meşiyan û gihiştin cihê ku di lûleyên avê de pirsgirêk heye. Wê kêliyê aşût bi ser wan de ket. Îsmet Dûrma (50), Tekîn Tarla (31) û Nîhat Arslan (30) di binê berfê de man. Du kesên din jî xwe rizgar kirin.
Bi alîkariya her du kesan, kesên di bin berfê de hatin rizgarkirin û tîmên tendirustiyê û rizgarkirinê çûn herêmê. Her 3 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
COLEMÊRG