HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Geverê şehîd bûne ragihand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
''Di daxuyaniya xwe de ya 15'ê Îlonê de me ragihandibû ku artêşa TC'ê ya dagirker 13'ê Îlonê li gundên Kelê, Nebar, Xurakana Jêr û Xurakana Jor ên li bajaroka Esendere ya navçeya Geverê ya Colemergê tevgereke berfireh daye destpêkirin, hêzên me yekîneyên dijmin yên dixwestin li qadê bi pêş ve biçin kirine hedefa xwe, yek jê bi paye 7 dagirker ceza kirine û di şer de hevrêyên me Eyûp Alper bi nasnav Welat Genc ê ji Colemêrgê ji dayik bûyî û Ahmet Akman bi nasnav Nîdal Dersim ê li Şirnexê ji dayik bûyî, şehîd bûn.
Hevrêyên me Welat û Nîdal ku bi lehengiyeke mezin heta bi dilopa dawî ya xwîna xwe, bi şêwaza fedayî yê Apoyî li ber xwe dan. Berxwedana wan wê bibe perspektîfa têkoşîna me.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku têkoşîna şehîdên xwe yên leheng bigihînin serfiraziyê.''

ANF/BEHDÎNAN