Li gelek bajarên Bakur Newroz pîroz bû

Pêncşem 21 Adar 2024 - 08:34

  • Li Cizîr, Qoser, Erdîş, Geverê, Wêranşar, Elkê, Sêrtê, Hezexê li gel şertên xirab ên hewayî û astengiyên dewleta Tirk jî bi sed hezaran kesî, bi cil û berg û reng û dengên Kurdî ber bi dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Ji Ocalan re azadî’’ bi qada Newrozê ve herikîn û nîşanî dewleta Tirk a dagirker dan ew ê serê xwe li ber terora Tirk netewînin û têkoşîna azadiyê bibin serî.

Li Qoserê bi hezaran welatî bi nîşaneyên serkeftinê û bi dirûşman herikîn qada Newrozê. 

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Qada Otogarê hate lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê kom bû. Welatiyên ku li dora qada pîrozbahiyê ya bi bariyeran hatiye dorpêçkirin kom bûyîn, bi dirûşm û tililiyan  ketin qadê. 

Şêniyên ku bi komî, bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşma "Bijî Newroz"  ketin qadê. Li noqteya lêgerîna ya polîsan ji bo rengên kesk, sor û zer destûr nehat dayîn. Li ser israra gel, bi hezaran kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" meş li dar xistin. 

Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî rengîniyeke mezin dane qadê. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî tev li pîrozbahiyê bûn û girseyê li ber muzîkên Kurdî dest bi gerandina govendê kirin. Li qada Newrozê pankarta "Rabe! Dema azadî û serkeftine ye" hate vekirin, girse dirûşman berz dike, govendê digerîne.

CIZÎR

Pîrozbahiya Newroza navçeya Cizîrê ya Şirnexê di saetên zû de dest pê kir. Newroza bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê, kelecaneke mezin a xelkê Cizîrê hebû. Xelkê navçeyê di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dan qadê û Newroz pîroz kirin. 

Welatiyên gihiştin qadê, li ber noqteyên lêgerînê yên ji hêla polîsan ve hatine danîn hatin sekinandin. Welatî bi saetan li vir hatin sekinandin û piştre karîn bikevin qadê.  

Gelemperiya welatiyan bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê dibin. Welatiyên ketin qada pîrozbahiyê, li ber dahol û zirneyan govend gerandin.

ERDÎŞ

Li Erdîşê ya Wanê ji ber ber barîna berfê rêyên gundê wê hatin girtin li gel vê jî hezaran kes ji bo Newrozê pîroz bikin herikîn qadê.  

Li Erdîşê Newroz li qada Denîz Feneriyê hate pîrozkirin. Li navçeyê ji ber barîna berfê  gelek rêyên wê hatin girtin, Erdîşî tevî rewşên hewayê yên neyînî jî çûne qada Newrozê. Girse li qada ku bi hezaran kes herikînê bi cih nebû û zêdebûna cil û bergên netewî, rengên kesk û sor û zer bal bire ser xwe. 

GEVER

Li navçeya Geverê tevî barînan jî bi hezaran kes diherikin qada pîrozbahiya Newrozê. 

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Gever a Colemêrgê li Stadyuma Yenî Şehîrê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tevî hewayê sar û barînan jî ber bi qadê ve herikîn. Gelempariya welatiyan bi cil û bergên Kurdî tevlî Newrozê bûn û rengê xwe dane Newrozê. 

Wêranşar

Li navçeya Wêranşar a Rihayê bi hezaran welatî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî li qada Newrozê ya li Taxa Şirnakê tê lidarxistin bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Welatî ji saet 10.30’ê ve dest bi ketina qadê kirin. Welatî bi cil û bergên Kurdî û bi flamayên kesk, sor û zer qad tije kirin û kelecanî, coşiyeke mezin Newroza azadiyê pîroz kirin.

Elkê

Li Elkê ya Şirnexê tevî ku barîna berfê ya du rojan li navendê û gundan dibare hatin û çûyîn asteng kir jî, welatî bi meşê hatin qada Newrozê. Jin, zilam û zarok bi cilên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiya li quntarê Çiyayê Kato bûn. Gelê ku li ber avahiya DEM Partiyê meşale pê xistin, heta Qada Demokrasiyê ya bi alên DEM Partiyê hatiye xemilandin meşiyan.

Sêrt

Li Sêrtê li Qada Newrozê ya taxa Çakmakê pîrozbahî Newroz hate pîrozkirin. Welatiyên di saetên serê sibê ji navenda bajaran û gundan hatin ber bi qada ku pîrozbahî lê hatin kirin ve herikîn. Welatî piştî ku ji noxteyên lêgerînê derbas bûn li ber muzîkên ji dikê dihatin lêxistin govend gerandin. Welatiyên cilên neteweyî li xwe kirin dirûşmeyên “Bê Serok jiyana nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berzkirin. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.