Li Frankfurtê Newroza navendî

Yekşem 13 Adar 2022 - 22:21

  • KCDK-E´yê bi daxuyaniya dayî da zanîn ku ew ê li gelek deverên Ewrûpayê Newrozê pîroz bike.

AGIT ERKENDI / FRANKFURT

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê li Ewrûpayê (KCDK-E) û Konfedarasyona Civakên  Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) îsal bi şîara "Rêbertiya Azad" Newrozê li dar dixin. Wan bang li tevahiya Kurdan û dostên wan kir da ku  li meydanan bi wan re bin. 

KCDK-E´yê bi daxuyaniya dayî da zanîn ku ew ê li gelek deverên Ewrûpayê Newrozê pîroz bike. Di daxuyaniyê de KCDK-E´yê bal bire ser girîngiya Newroza sala 50´î ya têkoşînê û got, “Bi ruhê Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Mazlûmên ku serî li ber Dehakên serdema me û hevkarên wan netewandin, em bi ruhê Newrozê li her deverê Kurdistana hevpar biparêzin. Bi ruhê berxwedana li dijî mêhtingeriyê em di Newrozê de dakevin meydanan.” 

KCDK-E´yê xwest xelk bi cilûbergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe. 

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê, 19´ê Adarê li meydana Rebstockê şemiya bê, Newroza navendî tê pîrozkirin. Hevseroka KON-MED´ê Zubeyde Zumrut ji rojnameya me re got, wan amadekarî hemû temam kirine. Wê got, ji gelek deveran jî wan otobus amade kirine da ku xelk tevlî Newroza Navendî bibe. Wê ev bang li xelkê kir: “Em vê Newrozê veguherînin Newroza Azadiya Rêber Apo û bi hezaran dîlên xwe. Dewleta Tirk îroroj her roj êrişî Rojava, Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li Bakurê Kurdistanê her roj xelkê bê sûc û sebeb dixe zindanan. Li zindanan hevalên me yên dîl qetil dike. Divê bersiva me ya herî mezin ji bo vê zilmê, tevlîbûneke xurt a Newrozê be.” 

Ji bilî qisekerên ji partiya desthilatê SPD´ê û ya muxalefetê Partiya Çep, hunermend Şehrîbana Kurdî, Nasir Rezazî, Hozan Dîno, Xecê, Sherif Omerî û Koroya Dengê Mezopotamyayê jî wê derkevin ser dikê. Ji bilî wan koro û koma govendê jî wê hunerê xwe pêşkêş bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.