Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê çalakiya nobedê ya ji destpêka hefteyê ve ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro bi dawî dibe.
Çalakiyê 23’yê Sibatê dest pê kir. ku wê 27’ê Sibatê yanî îro dawî dibe. Nobetdaran her roj ji saet 11:00´an heta saet 16:00’an li Meydana Hauptwacheyê nobeta xwe girt.
Hevparên meclîsên FCDK-KAWA nobet organîze kirin. Komên ji pêkhateyên meclîsên Giessen, Manheim, Mainz, Darmstadt û Saarbruckenê jî tevlî bûn. Her roj komeke nû çalakî dewr girt. Di roja 4’an a nobedê de jî jinan cihê xwe girt.
Jinan di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo dadgehkirina dîktator, 100 hezar îmze’ de jî îmze kom kirin.
Îro ‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê’ jî li Frankfurtê ye. Bi vî rengî wê pirtûkxane bi çalakiyê re dibe yek û çalakî bi mîtîngekê bi dawî dibe.
FRANKFURT