Li Festîvala Marsîlyayê tevlêbûna bicoş

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Îlon 2024 - 16:26

  • 4’emîn Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” li bajarê Marsilya yê Fransayê hat lidarxistin.

Festîvala Çanda Kurd a 4’an a Şehîd Dersim bi dirûşmeya, ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ li Marsîlaya ya Fransayê bi coşî û tevlêbûneke qelebalix hate lidarxistin. 
Kurdistanî û dostên wan ên Fransî yên li Toulouse, Bordeaux, Montpellier, Draguignan, Lyon, Marignane û Avignonê hatin tevlî festîvala li Parka La Roseyê bûn, li qada festîvalê alên PKK’ê, wêneyên pêşengên PKK'ê yên şehîd û pankartên ku balê dikişînin ser azadiya Rêberê Ocalan hatin hildan.
Senatorê Fransî Xavier Iacovelli, nûnera Şaredariya Bajarê Mezin a Marsîlyayê Christine Juste, parlamenterê berê Saîd Ahamada û nûnerên Kolectif Solidarite Kurdistan derketin ser dikê û peyama: “Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê em bi hemû hêza xwe bi we re ne" dan.
Rêber Apo em ji nebûnê afirandin
Piştre endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyir Aydar axivî. Aydar bal kişand ser sîstema qirkirin, tecrîd, êşkenceya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: “Yê ku em anîne vê rewşê, em kirine yek û em ji tunebûnê afirandin Rêber Apo ye. Tecrîdeke mezin li ser Rêber Apo heye. Werin em piştgiriyê bidin pêngava ku par ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Hezar silav ji Rêber Apo, ji girtiyan û yên ji bo azadiyê têdikoşin. Em berxwedana wan silav dikin."
Komeke navneteweyî pirtûkxaneya ji pirtûkên Abdullah Ocalan pêk tê vekir.
Di festîvalê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.