Li Feraşînê tenê dorpêç heye!
Şemî 2 Îlon 2023 - 00:30
ZEYNEP DÛRGÛT / MA / ŞIRNEX
Zozanên Feraşînê xwedî bilindahiya 2 hezar û 625 mîtroyan e û di dorpêça dewletê de ye. Feraşîn bi giştî ji 45 gundan pêk tê. Lê ji van gundan niha yek jî ava nîne. Li Zozanê Feraşînê ya ku berê qereqol tê de tunebûn, niha li her girekî birc hatine çêkirin. Zozanê Feraşînê ku Waliyê Şirnexê her tim bi gotina “Me aramî anî Feraşînê” pesnê xwe dide, ji xeynî dorbêça leşkerî tişteke din nîne. Di salên berê de bi serê biharê re koçeran berê xwe didan Feraşînê lê niha ji ber dorpêça leşkerî nema dikarin biçin. Koçerên niha li wir dimînin jî nikarin bi rehetî pezê xwe biçerînin. Her carê bi guleya tacîzê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta ketine qada leşkeriyê tên hişyarkirin. Her wiha li Zozana Feraşînê bi ser navê lêgerîna neftê erd tê kolandin.
Şêniyên Feraşînê têkildarî dorpêça heyî axivîn.
Kes nikare tevbigere
Ji şêniyan Hamît Abî got ku bi dorpêça leşkerî re sewalkariya herêmê jî kêm bû û got: “Berê rêyên zozana me nebûn. Lê ew roj ji van rojan gelek xweştir bûn. Her malê nêzî 500 pez hebûn. Zivistanê tijî malekî xwarin dibirin malê. Pêdiviya me bi tu kesî nebû. Bêriyên me li dewaran siwar dibûn û bi keyfxweşî diçûn bêrê. Ew roj gelek xweş bûn lê ya niha nexweş e. Li ser her girekî birc çêkirine. Kesek ji me nikare tiştekî bike. Mirov nikare bê û biçe. Gur bikeve nava pez em nikarin guleyekî berdinê. Jiyana Feraşînê ya niha gelek zehmet e.”
Bi domdarî Abî bal kişand ser gotinên Walîtiya Şirnexê û wiha bertek nîşan da: “Propagandayeke vala dike. Bi polîtîkayên ewlekariyê re xwezaya me jî tune kirin. Li rexekî li petrolê digerin û li rexa din jî qereqolan çêdikin.”
Ti xweşiya me nemaye
Ji şêniyan Gulîzar Abî (51) jî destnîşan kir ku ji ber qedexeyên leşkeriyê ew nikarin gavekî jî biavêjin û ev tişt got: “Çi xweşiya jiyana me nema ye. Berê ev der xweş bû. Em dihatin zozanan em bi rehetî digeriyan. Niha derdora me hemû qedexe kiriye û mirov nikare pez bibe çêrê. Berê dema ku em diçûn bêrîvaniyê weke ku em çûne dewatê. Lê niha tiştek ji wan nema ye. Leşkeriyê em ji zoma me rakirin û anîn vê derê. Ji me re gotin,'li wir petrol heye' ev 2 sal in em li vê derê ne. Vêca xwedê dizane dibe ku me ji vir jî rakin."
Ji koçeran Besna Çavlak (50) jî da zanîn ku li Feraşînê ji tirsê wêdetir tiştekê din nîne û got: “Niha tirs heye, rezaletî heye. Dordora me hemû dorbêçkirî ye û hemû bûye qereqol. Berê cih nebû ku em nediçûnê. Lê niha her tişt hatiye sînordarkirin û kes nikare li vir pez xwedî bike. Tiştek ji me re nehiştin."