Li Farqîn û Qoserê şewitandin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 4 Tebax 2020 - 16:17

  • Li gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez ên girêdayî Farqînê ya Amedê agir bi daristanê xistin û gelek dever şewitîn.

Li gundê Xapa, Mala Hirmo û Çiyayê Hecî Çerkez ên girêdayî Farqînê ya Amedê agir bi daristanê xistin û gelek dever şewitîn.
Daristana 3 rojan şewitî di dawiya dawî de gundiyan bi xwe vemirandin. Gundiyan bi xemgînî diyar kirin ku mîna salên borî gelek dar dîsa şewitîne.
Doh jî li gundê Erbanê yê Qoser a Mêrdînê agir bi zeviyan ket. Agirê doh danê nîvro bi zeviyan ket bi destwerdana gundiyan û agirkujan hat vemirandin. Li vir jî tibabekî daristan şewitî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.