Li Ewrûpayê çirûska PKK’ê
În 29 Mijdar 2024 - 03:10
Li gelek navendên Ewrûpayê Kurd û dostên xwe bi çalakiyên cihêreng, salvegera 46’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê pîroz kirin.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi boneya salvegera 46’an a PKK’ê meşa bi meşaleyî hate lidarxistin. Meş li Mariahilfer Strasse ku yek ji kolanên herî qelabalix ê bajêr e, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Beşdarên meşê bi hilgirtina meşale, al û flamayên cuda daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Endama Meclîsa Jinê ya Avesta Nurcan Guleryuz beriya meşê axivî û got:“Destana 46 salî ya PKK ji bo tevahiya gelê Kurd bûye ronahiya hêviyê.” Girse piştre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” dest bi meşê kirin. Ciwanên Kurdistanî piştî meşê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin û bi fîşekên hewayî salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê silav kirin.
NANTES
Li bajarê Nantes ê Fransayê di Festîvala Çep de ku mehekê dewam dike, çar roj ji têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd re hate veqetandin. Kolektîfa Festisol Nantes ku ji komên ANTI-FA, komunîst, femînîst, çep û saziyên amadekarên festîvalê pêk tê li gel Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nantesê di nava rojê de bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîrozbahiyêk lidar xist.
Di pîrozbahiyê de pêşangeha wêneyan a li ser şoreşa Rojava bal kişand. Di pêşangehê de rola pêşeng a jinê ya di şoreşa li Rojava de hate nîşandan û hate destnîşankirin ku Konfederalîzma Demokratîk xwedî paradîgmaya wekhevî, pêşengiya jinê û ekolojîk e. Berdevka Têkiliyên Derve ya CDK-F'ê Bêrîvan Firat axivî û li ser dîroka damezrandina PKK'ê, têkoşîna bi pêşengiya jinê û nêzîkatiya Rêber Apo ya li rizgariya jinê axivî. Piştî axaftinê ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Farqîn Azad derkete ser dikê û hunera axwe pêşkêş kir.
MANTES LA JOLÎE
Bi dehan kes li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Mantes la Jolie ya li Fransayê, hatin ba hev û salvegera 46’an a PKK’ê pîroz kirin. Girseyê agir vêxist û li dor goveng gerand. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” hatin berzkirin.
Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, reng dan şahiyê.
TORÎNO
Li bajarê Torino yê Îtalyayê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ên Îtalyayî ve li salona Presso Circolo La Poderosa bi coş hate pîrozkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê sînevîzyonek hate nîşandan. Dersim Andok ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê li dijî DAÎŞ'ê de birîndar bû li çalakiyê axivî û got:"Destana PKK'ê 46 salan bênavber kirasekî ji agir li xwe kir û çirûskên xwe li nava milyonan mirovî belav kir." Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Piştre li derve bi fîşekên hewayî pîrozbahî hate lidarxistin.
ATÎNA
Li bajarê Atîna yê Yewnanistanê jî Kurd û dostên xwe li hev civiyan û bi çalakiyeke girseyî salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî li ser Girê Strefi yê li navenda bajêr pêk hat û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Atînayê Mazlûm Amed axivî û got:"Cejna partiya xwe di serî de li Rêber Apo, hemû hevrêyan, gerîlayan, jin û ciwanan pîroz dikin. Hemû şehîdên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin." Di pîrozbahiyê de hunermend Sîmar û Îbo Qamişlo jî Rêber Apo, PKK, gerîlayên Kurdistanê, berxwedêrên li zindanan silav kirin û hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahî bi stranên berxwedanê, govend û dirûşman bi dawî bû.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên xwendekar bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahiyek li dar xist. Bi dehan ciwan tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de ciwanan sînevîzyonek taybet pêşandan û bal kişandin bi ser girîngî û wateya PKK’ê.
NAVENDA NÛÇEYAN