Li Ewrûpa coşa Şoreşê
Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 14:20
Salvegera Şoreşa Rojava li paytexta Elmanya Berlînê bi meşekê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi stand û pêşangeha wêneyan hate pîrozkirin.
BERLÎN: Ciwanên enternasyonalîst ên li qada Oranienplatz a Berlînê kom bûn, salvegera 11’emîn Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Bi şîara ‘Rojava hêvî ye’ meşiyan û gelek Kurdan jî piştgirî dan wan. Di axaftinên meşê de hat gotin, “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan bandoreke ronesansê li Rojhilata Navîn afirand. Şoreşa Rojava ya ku felsefeya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê de kete pratîkê, di sala xwe ya 11’emîn de ji bo tevahiya mirovahiyê bû çavkaniya hêviyê.”
Meşa ku bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” dewam kir, piştî govendê li kolana Warschauer bi dawî bû.
MARSÎLYA: Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û TCŞ’ê li Qada La Plaine bi vekirina pêşangeha wêneyan hate pîrozkirin. Li standê pankartên YPG/YPJ'ê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankarta "Divê asîmanê Rojava ji firîna balefiran re were girtin" hatin daliqandin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Di çalakiyê de hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê û li ser navê TCŞ'ê û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan axaftin hatin kirin. Di pîrozbahiyê de bang hate kirin ku, herkes tevlî meş û mîtînga girseyî ya 22’ê Tîrmehê ya bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê tê lidarxistin, bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN